NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên yemenî derbasgeha sînorî ya Emad xistine destê xwe

Wezareta berevaniya Yemenê ragihand ku hêzên artêş û hêzên gelanî yên vî welatî karîn derbasgeha sînorî ya Emad li parêzgeha Hucê li rojavaya Yemenê bêxisn destê xwe.

Li gor rapora telivîzyona lubnanî ya El-Meyadîn; Wezareta berevaniya Yemenê duh îniyê ragihand ku hêzên artêş û hêzên gelanî yên vî welatî karîn derbasgeha sînorî ya Emad li parêzgeha Hucê li rojavaya Yemenê bêxisn destê xwe û li vê êrişê parek ji kirêgirtiyên ser bi Mensûr Hadî jî hatine kuştin.

Hêzên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li dewama operasiyona xwe ya ji bo rawestandina destdirêjiyên Erebistanê ser axa vî welatî , karîn embarekî çek û sîlahan û 3 erebeyên destdirêjkerên erebistanî bikine hedefa êrişên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu