IraqNûçeRojhilatanavin

Zêdetir ji sedî 50`yê navçên rojhilata Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hatiye azadkirin

Hêzên iraqî ragihandin piştî azadkirina navça El-Îlamê ya bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê ji lepên DAIŞ`ê, zêde ji sedî 50`yê navçên rojhilata vî bajarî hatiye azadkirin.

Hêzên iraqî ji dema  operasyona azadkirina bajarê Mûsilê li parzêgeha  Neynewayê ji Cotmeha buhurî ve heya niha 32 dever ji nav 56 deverên taxa beşa rojhilata Mûsilê ji destê DAIŞê azad kirin.

Ji aliyê din ve hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê dorpêçkirina  devera Til Ebtê li başûrê rojava Mûsilê, kemilandin û ew ji navçên derdora wê cida kirin.

Di eynî demê de televîzyona  Meyadnîna Libnanê ragihand hêzên artêşa Iraqê û endamên DAIŞ`ê îro pêncşemiyê li navça El-Mirûrê li rojhilata Mûsilê, bi hev re ketin pevçûnê.

Li gorî raporeke din hejmarek ji xwendevanên iarqî li Mûsilê piştî serdestiya DAIŞ`ê ser vî bajarî ji xwendinê bêpar bûn jiber ku DAIŞ`ê sîstema  hîndekariya xwe disepand û dê û abvên wan dijberê hizûra zarokên xwe li van xwendingehan bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu