LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyd Hesen Nesullah:Berevanên Fûe û Keferyayê hemasa herî mezin a dîroka Hizbullahê xuliqandin

Sekreterê giştî yê tevgera Hizbullaha Lubnanê li gotûbêja teleonî tev hêzên vê tevgerê ku ji parêzvanên bajarokên Fûe û Keferyayê li Sûriyê bûn, ji wan spasî û qedrzanî kir.

 Hevgavê derketian  hezaran ks ji xelkê Fe û Keferyayê ji Idlibê li gor hevhatina navbera dewleta Sûriyê û komên çekdar û terorîstî, şeş kes ji hêzên Hizbullaha Lubnanê jî piştî sê salan berxwedanê, berê xwe dan Lubnanê.

Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, seyd Hesen Nesrullah, sekreteê giştîyê Hizbulaha Lubnanê roja  îniyê li gotûbêja  telefonî tev têkoşerên  Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Berevanên  bajarokên  şîeniîn ên Fûe û Keferyayê, hemasa herî mezin a îstiqamet, serketin û berxwedanê lidîroka Hizbullahê pêk anîn.

Hêzên Hizbullahê ji sala 2015`an  ku bajarokên  Fûe û Keferyayê ketine dorpêça terorîstan, berevaniya van du bajarokan kirin.

Ji Lubnanê hatiye raghandin ku Hizbullah û malbatên şeş berevanan tev malbatên  şehîdên berxwedanê û xelkê vî welatî xwe ji bo pêşewaziya ji wan amade dikin.

Hizbullaha Lubnanê li salên  derbasbûyî li kêleka  hêzên dewletî yên Sûriyê û hevpeymanên  wê li şerê li hember komên  terorîstî li vî welatî beşdariyê dike.

Başa dön tuşu