IraqNûçeRojhilatanavin

Seyid Emar Hekîm li bara têkçûna rewşa ewlehiyê li vî welatî hişyarî da

Serokê bereya Hikmetê ya netewiya Iraqê dilgiraniya xwe ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê li vî welatî li çend hefteyên vê dawiyê diyar kir û li bara têkçûna rewşa ewlehiyê li vî welatî hişyarî da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyid Emar Hekîm serokê bereya Hikmetê ya netewiya Iraqê duh yekşemê bi şermezarkirina teqînên li Kerkûkê li nîzikiya navendekî ragirtina sandiqên dengan ji teşkîlata ewlehiya vî welatî xwest mecalê nedin terorîstan ku ewlehiya Iraqê têk bidin.

Terorîstên DAIŞ`ê duh yekşemê li bereberî destpêbûna hejmartina dubare a dengên parlemanê bi RPÇ`yê û teqandina erebeya bombebarkirî navenda ragirtina sandiqên dengan li Kerkûkê kirin hedef.

Hatiye ragihandin ku ji ber vê teqînê 14 hêzên ewlehiya Iraqê birîndar bûn ku halê hin ji wan xirab e.

Başa dön tuşu