LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyid Hesen Nesrullah: Tecrêbê îsbat kiriye ku çekê berxwedanê li kêleka  artêşê û gel, kok û esasa ewlehiyê li Lubnanê ye û eva ji ber rewşa aloz a navçeyê ye

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê rewşa navça Rojhilata Navînê hestyar nirxand û got: Dewama êrişên Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê ne tenê xetereke cidî ji bo vî welatî, ye belkî dikare bibe sedema qeyran li seranserê navçeyê berfireh bibe.

 Li gorî rapora IRNAyê ji Beyrûtê, seyd Hesen Nesrullah, duşemiyê şevê li axiftinekê li navça Zahiya Beyrûtê, alûgurên  navçeyê şirovekirin û got: Rewşa bi curekê ye ku dijmin û i serî ed Emerîka û Rejîma dagirkirê siyonîstî bi fend û fêlên  curbicur  lê dixebirin rewşê aloz bikin û agirê şêr navbera welatên navçê gurr bikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişand ser dewama êrişên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê li heftiyên buhurî û got: Siyonîstan bi piştgiriya Emerîkayê lê dixebitin qeyrana  li Sûriyê li welatên din ên navçê jî berfireh bikin ku di vê rewşê de  divê berpirsên welatên navçê hîn zêdetir hişyar bibin.

Seyd Hesen Nesrullah,  got ku işkestên li dû hev ên komên terorîstî yên mîna DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê  bûne sedem ku alîgirên komên terorîstî bi taybet Emerîka û Îsraîl ser xwe de bişkên loma dijmin  hewl didin bi curekê din welatên  navçê rastî qeyran û bêewlehiyê bînin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê ku li kombûna hilbijartinê ya Hizbullahê li Zahiya başûrî ya Beyrûtê diaxift got: Ger têkoşerên  hizbullahê û artêşa Lubnanê bi DAIŞ`ê re li sînorên  vî welatî û Sûriyê şer nekirana, niha îmkana  lidarxistina  hilbijartinan li Libnanê tinebû.

Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê biryar e 6 Gulanê were lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Em daxwaza hevgirtin û beşadriya rastîn a misilman û xiristiyaniyan dikin ji ber ku bîr û hizra eşîrşopiyê li Lubnanê dawî bûye û partiya ku bixweze  tam bi desthilat bibe dê bi ser nekeve.

Qanûna nû ya hilbiajrtinê li Lubnanê par  hat pejirandin ku li gor wê mînaka  bijartinê ji piraniyê guherî radeyiyê bi curekê ku li gor qanûna nû her lîste li her navendeke  bijartinê bi qasî dengên bidestxistî dikare li parlemanê berbijarên xwe hebe.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Tecrêbê îsbat kiriye ku çekê berxwedanê li kêleka  artêşê û gel, kok û esasa ewlehiyê li Lubnanê ye û eva ji ber rewşa aloz a navçeyê ye.

Seyd Hesen Nesrullah,  li beşeke din ji gotinên xwe, cinayetên  vê dawiyê yên DAIŞ`ê li Efxanistan, cinayetên Rejîma Siûdî li Yemenê û her wiha dewama cinayetên Rejîma Siyonsîtî li dijî filistîniyan şermezar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu