NûçeRojhilatanavinYemen

Xaça sor: Rewşa însanî li Yemenê karesat e

Ralif El-Hac, berdevkê navçeyî ya komîta navneteweyî ya Xaça Sor roja çarşemiyê destnîşan kir ku rewşa îsanî li Yemenê bûye karesatek.

250 kes ji endamên  civateke derûdorên siyasî, çandî û zanîngehî li navçeyên curbicure cîhanê jî, vê dawiyê li nameyekê bo Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, Êmanolêl Mekron serokkomarê Fransayê, û Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê( sê welatên  ku çekên Erebistanê dabîn dikin) teqez kirin ku Yemen ev hezar roj in ku ketiye nava şerekî ku ev welata kişandiye ber karesata însanî ya herî kirêt  a cîhanê.

Li vê nameyê  bi navê “  Hezar roj şêr. Yemen êdî nikare  çavrê bimîne. Sebra Yemenê nemaye “ ku li rojnama  Lomonda Farnsayê hatiye weşdnin ji rayeadrên  van sê welatan xwestiye ku dev ji piştgiriyên  çek û sîlehî ji Erebistanê berdin.

Di eynî edmê de, bernama  cîhanî ya xwarekê tev Rêxistina  cîhanî ya  Tendrustî û sindûqa zarokan  a NY( UNCEF) jê vê dawiyê di daxûyaniyeke hevpar de ji hevalbendiya  destdirêjkar bi serkirdetiya  Erebistanê xwestin ku dawiyê bidine  dorpêçkirina Yemenê.

Rêxistina  Cîhanî ya Tenrustiyê li rojên buhurî li bara  pêla nû ya belavbûna  nexweşiya kolêrayê û her wiha  nexweşiya Dêftêryayê li Yemenê hişyarî daye.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015`an êriş kiriye ser Yemenê û hevgav ev welata  ji erd û derya û esmîn ve  dorpêç kiriye.

Destdirêjiya Erebistanê her wiha  Yemen rastî kêmasiya  xwarek û dermanan kiriye û gelek nexweşiyên  curbicur  rewac daye.

Başa dön tuşu