ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslâmî lidarxistina meşqa deryayî li Kendava Farsê piştrast kir

Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê hefteya buhurî manovra “iqtidara deryayî“ li Kendava Farsê bi awayekî serkevtî lidar xist.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, general Remezan Şerîf berdevk û berpirsê peywendîyên giştî yê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî got: Ev manovra bi armanca kontrolkirin û parastina Tengava Navnetewî ya Hormizê û di çarçova xişteya karê salê ya Sipahê de hat lidarxistin.

Wî herwiha got: General Mihemed Elî Ceiferî fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî qedrê Sipahê ji ber lidarxsitina meşqa Iqtidara Berevanîyê girt û wî razîbûna xwe ji ber lidarxistina serkevtî ya vê manovrê, pêgirî li ser parastin û jordabirina asta amadebûna giştalî ji bo dabînkirina ewlehîya vê tengavê li Kendava Farsê û sekinîna guncav li hemberî gef û şerûtîyên ihtimalî yên dijminan kir.

Başa dön tuşu