Tabûrên El-Qessam sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê nimandin

Tabûrên Şehîd Îzedîn El-Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê, sîstema berevaniya hewayî ya Motber 1ê ku di şerê Bahoza El-Eqsayê de bi kar anîbû, nimand.
Tabûrên El-Qassam ragihandin ku di operasyona bahoza El-Eqsayê de wan ev sîstem dijî xwefirên dijmin bi kar anîne.
Sîstema berevaniya esmanî ya Motber 1ê asta herî bilind a hunera endazyarên berxwedanê li Gezeyê tê hesibê ku hewl didin esmanan ji bo firokeyên Rejîma Siyonîst ne ewle bikin.
Tabûrên El-Qessam duh Yekşemê vîdyoyek ji xwefirên bi navê El-Zewarî nimandin û ragihandin ku ev xwefir bo yekem car di destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê de hatiye bikaranîn.
Li gorî daxuyaniya tabûrên El-Qessam,ev xwefir di destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê de derbasbûna têkoşerên berxwedana Filistînê bo nav bajarokên siyonîstnişîn ên rexê Gezeyê hêsan kirin.