ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Geşkirina hevkariya berevaniyê ya Îran û Pakistanê, rê ji bo qahêmkirina istiqrara navçê xweş dike

Wezîrê berevanîyê yê Îranê, bi pêgîriya li ser berfirehkirina hevkariya di navbera Têhran û Îslam Abadê de got: Geşkirina hevkariya berevaniyê ya Îran û Pakistanê, rê ji bo qahêmkirina istiqrara navçê xweş dike.

Emîr sertîp Emîr Hatemî, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Rana Tenwîr Hisên, wezîrê berhemên berevaniyê, zanist û teknolojiya Pakistanê, bal kişand ser vê yekê ku her du welat ji bilî hebûna sînorên hevpar, xalên hevpar ên di warê dîrokî, çandî û olî yên kûr hene û got: Pakistanê cîgeheka taybet li siyaseta derveyî ya Îranê heye.

Wezîrê berevaniya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tecrûbeya van salên dawiyê, armancên cinayetkarane yên Amerîkayê welatên serbixwe yên navçê re aşkera kirine û herwiha got: Amerîka û Rejîma Siyonîst, piştgirîn herî mezin û herî bixeter ên terorîsmê li navçê ne.

Sertîp Hatemî, rêya herî baş a derketina ji bin zextên Amerîkayê, hevkariya welatên navçê da zanîn û destnîşan kir: Tu rêçareya leşkerî ji bo qeyrana Sûriye ûYemenê tuneye û divê ev qeyran ji rêya gotûbêj û rêbazên siyasî çareser bibin.

Raya Tenwîr Hisên, jî li vê hevdîtinê bal kişande ser peywendiyên navbera taximên leşkerî û berevaniyê yên Pakistan û Îranê û xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan di çarçoveya zêdekirina ewlehiya navçê û got: Îran roleka girîng û bingehîn û hestyar li navçê dilîze û piştgîriya Pakistanê ji Îranê li civakên curbicur ên navneteweyî, wê ewlehiya navçê zêde bike.

Rana Tenwîr Hisên, li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên leşkerî yên di navbera Îran û Pakistanê de bona sekinîna hevpar a li hember şerûtiyên ser sînoran pêgîrî kir.

Rana Tenwîr Hisên, wezîrê berhemên berevaniyê, zanist û teknolojiya Pakistanê, li ser vexwendina fermî ya wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, roja duşemiyê li serê taximeka payebilind derbasî Têhranê bû.

Başa dön tuşu