ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Tevgera Ensarullahê ya Yemenê: Tu hêzekî îranî li Yemenê tune

Endamê ofîsa siyasî ya Tevgera Ensarullahê ya Yemenê roja Şemiyê îdiaya hevpeymaniya destdirêjker a siûdî derbarê hebûna hêêzn îranî li Yemenê bêbingeh û pç da zanîn.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Endamê ofîsa siyasî ya Tevgera Ensarullahê ya Yemenê li gotûbêja bi kanala Meyadînê ya Libnanê got ku tawanên hilêxistî ji aliyê hevpeymaniya destdirêjker a siûdî derbarê hebûna hêzên îranî li Yemenê nerast in.

Hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ji destpêka destdirêjiya li ser Yemenê va heta niha bi caran îdia kirye ku Komara Îslamî ya Îranê çek û mûşekan dide ber destê hêzên yemenî; Îdiaya ku bi caran ji aliyê rayedarên yemenî va hatiye derewzanîn.

Rayedarên yemenî herrtim destnîşan kirine ku hêza berevaniyê ya artêşa vî welatî tam xwecihî ye û tevî dorpêçkiirna giştalî ya Yemenê ji aliyê Rêjîma Siûdî va, roj bi rojê zêde dibe.

Hemed El Bexîtî her wiha bal kişande ser karê destdirêjkeran a astengîderxistina li gotûbêjên Jinêvê beriya destpêkirinan wê û got: Destdirêjker naxwazin ku qeyrana Yemenê were çareserkirin.

Hevpeymaniya destdirêjker a siûdî heftiya bihurî rê neda ku desteya Tevgera Ensarullahê ya Yemenê ji riya firokexaneya Senayê beşdarî gotûbêjên Aştiya Yemenê li Jinêvê bibe. Ev pêşîlêgirtin bû sebeb ku ev gotûbêj ku biryar bû roja Pêncşemiyê dest pê bibin, paşda bikevin.

Gotûbêjên siyasî ji bo çarsserkirina aloziya Yemenê heta niha bi caran ji ber astengîderxistina Erebistana Siûdî û hevpeymanên wî welatî tûşî işkestê bûye.

Başa dön tuşu