ÎranNûçeRojhilatanavin

Hişyariya Îranê bo serokên faşîst ên Rêjîma Siyonîst

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê tiştê ku ji zimanê qirêj û vala ji fikr û ramanê yê serokên nijadperest, xwehez û bê aqil û eedeb ên Rêjîma Siyonîst li dijî gelê Îranê tê gotin, hişyarî da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî li gotûbêja bi kanala Al Alamê, Wek berteka li hemberî bêşermiya bi kînajotin û rûçirîtiya vê dawiyê ya Rûvîn Rîvlîn, serokê Rêjîma Siyonîst derheqê gelê Îranê got: Serokê qafteneke û şeytanî yên Rêjîma Siyonîst ku het5a niha hewil didan bi xapandin û durûtiya xw eya taybet gelê Îranê ji hikûmeta pêkhatî ji heman gelî cuda bikin, nikarin pêşiya devê xwe bigirin û vê carê bi bêşermî, rûçirrîtî û bi bêhurmetiyeka bêşermane nîşan dan ku çawa li dijî hebûn û rastiyek bi navê Îranê û îraniyan in û di nefret û bêzariyeka bi jehr û bêdawî da dişewitin.

Qasimî destnîşan kir: Ya herî bêşermane ev e ku serokê rêjîma ku “dirindetî, destdirêjî, azirandin, fêl û dek û dolab” ji taybetmendiyên wê yên berbiçav e, miletekî kevn, mayînde û xwedan çand û mêrxas ku qewmê Cihûyan ji jinaçûnê filitand, visa xitab dike û dibêje ku divê birçîtiyê bidî wan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê mezin û jêhatî yê Îranê  tevî rêzgirtina li şan û mafên ola hezretê Mûsa Kelîmullah (S) cîgha wan ji kêmîneya faşîst, destdirêjker û bêberbend a desthilatdar li erdên dagirkirî cuda dizane.

Serokê Rêjîma Siyonîst roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê li Qudsa dagirkirî bi gotineka dijûnbr dijî gelê mezin ê Îranê, got: “Divê Birçîtiyê bidî gelê Îranê”.

Başa dön tuşu