ÎranNûçeRojhilatanavin

Bersiva qahîm a Îranê li hember her cure êrişa muhtemel

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bersiva Îranê li hember her cure destdirêjî û êrişa ser berjewendiyên neteweyî yên Îranê bihêz û poşmanker da zanîn.

  Li gorî rapora IRNA`yê Elî Şemxanî sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li seredana  nîşangeha  `Huner ji bo Aşitiyê` li Têhranê got ku  gelê Îranê hertim aşitîxwaz bûye  lê eva nayê vê wateyê ku zilm û zorê qebûl bike.

Şemxanî bal kişand ser vê yekê Komara Îslamî ya Îranê dê bersiva  her destdirêjkarekê bi hêz û qawet bide û got: Bila hogirên çand û hunerê  bi amêr û zirûfên  vî warî mesela giring a aşitîxwazî û rawestana li hember zilm û zordariyê ya gelê Îranê di nava berhemên xwe de berçav bigrin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist ku Komara Îslamî ya Îranê tu car destdirêjiya ser tu welatekî nekiriye jiber ku  Îran cengê rêçara pirsgirêk û meselên navçê nizane lê berevaniya ji welêt di her rewşekê da pêwîst e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu