Donald Trump cihanîna her cure boykota nû li dijî Rûsiyê red kiriye.
Li gorî rapora malpera rojnama New York Timesê rayedarekî koşka Sipî ku nexwest navê wî eşkere bibe got: Armanca redkirina dewra nû ya boykoatn li dijî Rûsiyê eva ye ku li gor Trump ev boykot pêwîst nînin ji ber ku berteka Moskowayê li hember êrişa hewayî ser Sûriyê tund bû.
Li gorî vê raporê, Trump ji dema gihêştina nava Koşka Sipî nîşan da ku naxwaze bi Pûtîn hevtayê xwe yê rûs re rastî pirsgirêkê were û pirtir hez kiriye peywendiyeke baş bi serokkomarê Rûsiyê re hebe û loma Trump bijartina dubare ya Pûtîn wek serokkomarê Rûsiyê ji wî pîroz kir.
Peywendiyên Rûsiyê û Emerîkayê di rewşa herî xirab de ye. Dewleta Trump li meha buhurî, 60 dîplomatên rûs ji axa Emerîkayê piştî mesela bijehrêxistina Sergeyî Skrîpal û keça wî li Brîtanyayê derxist.