ÎranNûçeRojhilatanavin

Tûrec Hesenî Muqedem: Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ewlehî û serxwebûna hatûçûna gemiyan li avên azad ên cîhanê dabîn dike

Cîgirê fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ewlehî û serxwebûna hatûçûna gemiyan li avên azad ên cîhanê dabîn dike.

Li gor nûçegihanê IRIB Newsê, Cîgirê fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê amîral Tûrec Hesenî Muqedem duh got: Ji bo misogerkirina berjiwendiyên neteweyî ewlekariya mayinde pêwîst e û ji bo vê yekê hêzên çekdar bi hêz û qaweteke zêde dixebitin.

Admîral Tûrec Hesenî Muqedem desnîşan kir ku hêz û deshilatdariya neteweyî parametrên xwe yên zav hene ku yek ji wan parametra Leşkerî ye û li vê çarçovê de got: Hêza deryayî ya artêşê wezîfedarê niqaşkirina dîplomasiya parastina deryayî ye û di vê çarçovê de ew berjiwendî û çavkaniyên Komara Îslamî ya Îranê diparêzin.

Cîgirê fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza deryayî ya artêşê bi hebûna xwe ya di nav avên azad de û rakirina Ala Komara Îslamî ya Îranê li her cihekî cîhanê ji xwe berjiwendiyên Îrana Îslamî diparêzin.

Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê piştî serketina Înqilaba Îslamî tevî boykotan bona bêhewcetiya li warê leşkerî gavên hêja rakirin û gelek amûr û çek û wesayîtên hestyar yên wek paporên sivik û giran, paporşikên, noqav û qayiqên curbicur çêkirin.

Başa dön tuşu