CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Urdin: Bernama atomî ya Îsraîlê ji navçê re bi tahluke ye

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Urdinê Xalid Tûfan duh li diwazdehemîn Konferansa Ewlekariyê ya Emanê paytexta vî welatê de got: Rejîma Siyonîstî ji ewlehiya welatên navçê re pir bi taluke ye.

Li gor rapora IRNA, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Urdinê Xalid Tûfan duh li diwazdehemîn Konferansa Ewlekariyê ya Emanê paytexta vî welatê de bal kişand ser rikeberiyên navokî li Rojhilata Navîn û got: Rejîma Siyonîstî sebebkarê sereke û yekim a berbelavkirina çekên navokî li navçê ye û bûye talukeya herî mezin ji ewlehiya welatên navçê re.   Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Urdinê got: Encama xwedûrgirtina Îsraîlê ji bo îmzakirina Peymana Qedexetiya Berfirekirina Sîlahên Navokî (NPT) bûye sedem ku hertim aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn tiştekî pir dûr xuya bike.Tûfan xwest ku bila Peymana NPTê li her derekî cîhanê û bêyî ti awareteyekê cih were.Rejîma Siyunîstî ku xwediyê zêde ji 200 komikên navokî ye ti caran nehêştiye ku lêgerên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê seredana navendên wê yên navokî ji wan navenda Dîmonayê bike.

Başa dön tuşu