FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Veguhestina dîlên filistînî yên li girevê bo nexweşxanê

Komîteya ragihandinê ya gireva birsîbûnê ya gelemperî ya dîlên filistînî ragihand ku rêxistina zîndanên siyonîst, nêzî 150 kes ji dîlên filistînî ku ketibûne gireva birsîbûnê ji wan Merwan Berqûsî, ji ber xedarbûna rewşa wan, veguhestine neweşxanê û 15 kes ji wan dîlan hîn li nexweşxanê ne û rewşa wan nebaş e.

Komîteya ragihandinê ya gireva birsîbûnê ya gelemperî ya dîlên filistînî, ragihand, bi derbasbûna 39 rojan ji gireva birsîbûnê ya dîlên filistînî, ew li rewşeka pirr xirab û nebaş da ne.

Parêzerê klûpa dîlên filistînî ku bi Mihemed Xewl, dîlekî li girevê ra hevdîtin pêk aniye, got: “Gellek ji dîlên filistînî rewşeka pirr xedar û nebaş hene û saziya Zîndanên Siyonîst jî gellek ji wan li rewşeka dijwar veguhestine nexweşxanê“.

Mihemed Xewl jî li vê hevdîtinê ragihand ku `Rewşa hucreyên tekkesî pirr xerab e û kêzikên curbicur li van hucreyan belav bûne û alavên li nav hucreyan jî gemar in û dîl ji dema ku jibo zîndana Ohlîkdarê hatine veguhestin, nekarîne ku cilûbergên xwe biguherînin`.

Dîlên filistînî  ji 17`ê Nîsana 2017`an ve hevgavê roja dîlên filistînî, ji ber berçavnegirtina mafên xwe yên mirovî ji aliyê Rêjîma Siyonîst va li zîndanên Îsraîlê, gireva xwe ya bêsînor a birsîbûnê dest pê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu