NûçeRojhilatanavinSûriye

Heleb bi temamî hat rizgar kirin

Bajarê dîrokî yê Sûriyê Heleb di 4 salên şerên navxweyî de cihê şerên herî giran bû, bo cara yekê ji aliyê artêşa Sûrî hat kontrol kirin.

Êvariya roja Pênşemê kesên dawî yên çekdarên opozisyonê û xwecihên sivîl ji aliyê rojhilatê Heleb hatin veguhastin, bajar bi temamî ket bin kontrola dewleta Sûriyê.

Şerên herî giran di 6 salên pevçûnên navxweyî de, li bajarê Helebê hatibûn encam dan, lê niha arteşa Surî bajarê herî mezin rizgar kirin. Heleb bajarê duyan ê herî mezin li Sûriyê ye û navenda bazirganî ya welatê Sûriyê niha cardin ket bin kontrola dewletê, ev jî dibe serkeftina herî mezin a gel ji dema serhildana Sûriyê li sala 2011 hatî destpêkirin heta niha.

Piştî derketina 4 pasên dawî yên ku, çekdarên opozisyonê tê de bûn, kenalê fermî yê Televizyona Sûrî ragihand ku Heleb bi temamî ji aliyê dewletê ve hat kontrol kirin.

Fermandarekî leşkerê Sûrî ragihand û got “spas bo xwîna cangorîyan, bi saya qehremanên me yên hêzên arteşê û hêzên hevpeymanan û bi berxwedaniya gelê me ve careke din Heleb hate di hembêza xelkê xwe de”.

Herweha nûçegihanê TV ya dewletê ku hejmarek xwecihên Helebê bi alayên dewletê li dorên wî bûn got êdî Heleba rojhilat û rojava nema, niha bajar yê hemû xwecihên Helebê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu