ÎranNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Eger fedakariyên îranê nebûya, dê navçe bihata parçekirin

Rawêjakrê derecebilind ê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Karên Navneteweyî destnîşan kir: Îran li hemberî sazî û rêxistinên têrorîst şer dike û eger fedakariyên Îranê nebûya, dê navçe bihata parçekirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Rawêjakrê derecebilind ê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Karên Navneteweyî, Elî Ekber Welayetî li hevpeyivîna digel rojnameya El Erebî El Cerdîdê ya çapa Londonê bal kişande ser zelalbûna helwêsta Îranê li navçeyê û destnîşan kir: Ewlehî û aramiya navçeyê tenê bi saya hevkariya welatên navçeyê û destwernedana aliyên biyanî pêkan e.

Rawêjakrê derecebilind ê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Karên Navneteweyî li bara şerê dijî têrorîsmê, got: Têhranê li dijî têrorîsm û tevgerên tekfîrî û zêdegav şerr kir û welatên bibandor li navçeyê ku girîngiyê didin ewlehiay navçeyê, divê li vî warî da tevbigerin.

Rawêjakrê derecebilind ê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Karên Navneteweyî her wiha bal kişande ser alûgorên Sûriyê û lihevkirina di navbera Îran, Rûsiye û Tirkiyê û destnîşan kir: Bijardeyên leşkerî li bara Sûriyê bêfeyde ne û gişt divê pêwîstiya gotûbêjê li bara Sûriyê fêm bikin da ku kêşe û pevçûn hevdem digel kokbirkirina têrorîsmê bi dawî bên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu