NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan eskerên amerîkî û 250 erebên çek û sîlahan gihêştine Sûriyê

Li rewşa ku Waşîngton îdia dike ku dixwaze hêzên xwe yên eskerî ji nav Sûriyê derxîne, grûpa nasyar bi Zêrevanê Mafê Mirovan a dijberên hikûmeta Sûriyê ragihandiye bi sedan eskerên amerîkî bi 250 erebên çek û amûrên şêr gihêştin Sûriyê.

Li gor rapora IRIB Newsê, Li rewşa ku Donald Trump serokomarê Amerîka îdia dike biryar daye hêzên xwe yên eskerî ji nav Sûriyê derxîne, grûpa nasyar bi Zêrevanê Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku êvara pêncşemê ragihandiye bi sedan eskerên amerîkî bi 250 erebên çek û amûrên şêr gihêştin parêzgehên Sûriyê yên Heleb, Reqa û Hesekê .

Grûpa Zêrevanê Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev esker û cebilxane û sîlahana yên hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ne û ev hêzên hanê li Eynul-Ereb, Eyn Îsa, Reqa,Tel Temir û çend cihên din parve bûn.

Vê grûpê 14 Çileyê jî ragihandibû ku karwanek ji hêzên amerîkî pêkhatî ji dehan erebe ji derbasgeha navbera rojhilata Feratê û Herêma Kurdistana Iraqê ketibû nav Dêrazorê.

Grûpa Zêrevanê Mafê Mirovan a Sûriyê 11 Çileyê jî ragihand ku karwanekî eskerî yê Amerîkayê pêkhatî ji 150 erebên eskerî û çek û sîlahan piştî ku gihêştine nav axa Sûriyê çûne pêgeha eskerî ya El-Cebeliye li bakûra Reqayê û balafirgeha Eyînul-Erebê li Rîfa Helebê.

Başa dön tuşu