ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên Derve ya Hindê: Civîna Têhranê nîşana vîna Dêhliya Nû ji bo lezandina projeya Çabiharê ye

Wezareta Karên Derve ya Hindê Sêşçemiyê bi şev bi daxûyaniyekê ragihand ku civîna Têhranê nîşana vîn û xwesteka Dêhliya Nû ji bo lezandina pêvajoya Projheya Çabiharê (başûrê rojhilata Îranê ) ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Belgeya cihanînê ya lhevkirina tranzîtî ya Çabiharê navbera sê welatên Îran, Hind û Efxanistanê berêvarya roja Sêşemiyê li Têhranê hat weajokirin.

Ev belge ji aliyê Mihemed Rastad, Birêvebirê cihêner ê Rêxistina Bendergeh û Deryavaniya Îranê, Tîro Mortî Qaîm meqamê wezîrê karên derve yê Hindê û Îmam El Dîn Mihemed Vîrmaç alîkarê wezîrê Veguhestinê yê Efxanistanê li Têhranê hat wajokirin.

Berfirehkirina veguhestina çendalî, hêsankirina tranzîrtê li navçeyê, reforma qanûnan û pêkanîna Yekîtiya veguhestina tranzîtî li navçeyê, ji mijarên herî girîng ên vêî lihevkirinameyê navbera sê welatên Îran, Hind û Efxanistanê ye.

Sê welatan li vê belgeyê li ser hebûna beşa sivîl ji bo hêsankirina baziorganî û tranzîtê li navçeyê bi armanca berfirehkirina danûstandinên giştalî navbera Îran, Hind û Efxanistanê pêgirî kirin.

Li vê belgeyê sê aliyan li hev kirn ku komxebateka pêkhatî ji nûnerên van sê welatan damezirînin û yekem civîna wê jî heta 2 mehên tê da b mazûvaniya Îranê li bajarê perravî yê Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê be.

Bendergeha Çabiharê ji projeyên girîng ên sêalî navbera Efxanistan, Hind û Îranê ye.

Başa dön tuşu