ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev di serê desteyeka siyasî ji Şama paytexta Sûriyê derbasî Enqereya paytexta Tirkiyê bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mihemed Cewad  Zerîf, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dema gihîştina bo Enqerê li nav koma nûçegihanan got ku ewê bi rayedarên Tirkiyê ra derbarê mijarên dualî û navçeyî bi taybet Sûriye û Bakurê Afrîqayê gotûbêj bike.

Zerîf biryar e di sefera xwe ya durojî bo Tirkiyê tev rayedarên vî welatî ji wan Erdoxanê serokomarê Tirkiyê hevdîtin pêk bîne.

Berrnameya karî ya Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji sibeha îro anku Çarşemiyê va li Enqerê dest pê dibe.

Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemiyê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Sûriyê ra gihîşte Şamê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Şamê digel Bişar Esedê serokomar, Imad Xemîsê serokwezîr û Welîd Mielimê wezîrê karên derve yê Sûriyê ra bi awayê cuda cuda hevdîtin pêk anî.

Zerîf di hevdîtina bi Bişar Esed ra got ku kiryarên dijminane yên Amerîkayê li navçeyê bûye sebeb ku Îran û Sûriye hevahengiyeke zêdetir di asta navçeyî û navneteweyî ji wan ewlehî û tenahiya li navçeyê hebin.

Sefera Zerîf bo Şamê li ser vexwendina serokomarê Sûriyê pêk hat.

Başa dön tuşu