ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên karên derve yên Komara Islamî ya Îranê û Taylandê li ser berfirekirina hevkarîyên dualî di warên curbicur da sekinîn

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li rex civîna serokên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) li bajarê Cakarta, paytexta Endonêzîyê, di hevdîtina ligel Surakîyat Saytiratay wezîrê karên derve yê Taylandê da, got: Geştyarên îranî gellekî seredana Taylandê dikin lewma divê hevkarîyên her du welatan di warê tûrîsmê da bên bihêzkirinê.

Zerîf got ku rêketinama ticarî ya di navbera Îran û Taylandê da baş pêşda diçe û xwest ku hevkarîyên bankî yên her du welatan bên bihêzkirinê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha Pirayot Çan Oça serokwezîrê Taylandê vexwende Têhranê.

Suvakîyart Saytiratay wezîrê karên derve yê Taylandê jî di vê hevdîtinê da li ser girîngîya peywendîyên dualî ligel Îranê wekî welatekî girîng sekinî û hilkolandina rêyên bihêzkirina hevkarîyên aborîyê û rakirina astengîyên ser rêka wan pêwîst zanî.

Zerîf herwiha li rex civîna IORA`yê ligel serokomarê Sêrîlanka, alîkarê serokomarê Hindûstanê, wezîrên karên derve yên Endonêzî, Kînya û Afrîqaya Başûr, wezîrê hevkarîyên navnetewî yê Fransayê, wezîrê rawêjkar li karên derve yê Japonê, serokomarê Afrîqaya Başûr, serokwezîr û wezîrê karên derve yên Malezîyê, serokwezîrê Bengiladeşê, alîkarê serokomarê Tanzanîyayê û sêkrêtêrê giştî yê IORA`yê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Civîna serokên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) îro bi amadebûna Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve wekî nunerê Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li bajarê Cakarta paytexta Endonêzîyê destpê bû.

Îran, Australîya, Hind, Endonêzî, Kênya, Afrîqaya Başûr, Sengapûr, Morîs, Mozambîk, Sêrîlanka, Tanzanîya, Komoros, Somalî, Tayland, Imarat û Yemen, 21 endamên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu