ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Îran her alîkarîya ku bikaribe dide êzidîyên Iraqê

Serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kifşkirina xêr û kara nizama Îranê, dewlet û pirranîya gelê Iraqê piştgirên êzidîyên vî welatî zanîn û got: Îran alîkarîya ku ji dêstê were dide êzidîyan.

Şêx Semîr nûnerê civata giştî ya êzidîyên Iraqê û hejmarek parlemanterên êzidî û kesayetî û bijareyên êzidî yên vî welatî îro danê êvarê bi Elîekber Wilayetî serokê navenda lêkolînên istiratêjîk a civata kifşkirina xêr û kara nizama Îranê ra li bajarê Têhranê hevdîtin pêk anîn.ç

Wilayetî di vê hevdîtinê da bal kişand ser zilmên ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li êzidîyên Iraqê kirine û got: Niha êzidî anegorî berê li bara pêşeroja Iraqê û çarenûsa xwe hêvîdartir in.

Wilayetî herwiha got: Dewleta Iraqê pişta êzidîyan wekî beşeke gelê vî welatî digire û ferq û cidatîyê naxe navbera gel û êzidîyan.

Serokê navenda lêkolînên istiratêjîk a civata kifşkirina xêr û kara nizama Îranê herwiha dîyar kir ku êzidîyan hevkarîyeke baş ligel hêzên Heşdi Şeibî hene û got: Îran di warê parastina yekperçetîya Iraqê da, girtina pêşîya perçebûnê û piştgirîya ji yekperçetîya axa vî welatî cidî ye.

Parlemanterên êzidî, kesayetî û bijareyên êzidî yên Iraqê jî di vê hevdîtinê da bal kişandin ser kuştina hovane ya êzidîyên Iraqê bi destê têrorîstên DAIŞ`ê, revandina 6 hezar jin û keç û kalemêrên êzidî û istifadeya narewa ya cinsî ji keçikên êzidî yên Iraqê.

Parlemanterên êzidî, kesayetî û bijareyên êzidî ji Komara Islamî ya Îranê xwestin ku bi saya peywendîyên baş ên ligel alîyên sîyasî yên iraqî, bi merema lezgînkirina azadkirina êzidîyên hatine revandinê, alîkarîyê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu