ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Mirazê guhertina navê Kendava Farsê yê di dilê koledaran de bimîne

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî got: Tişta ku yê li dawîyê bi awayekî teqil bimîne, navê mayinde yê Kendava Farsê ye.

Elî Ekber Wilayetî îro li merasima nimandina pirtûka Xelîcê Fars`ê li Têhranê, pêgirî kir ku guhertina navê Kendava Farsê destpêka idiayên xweyîbûn û pûç têkildarî yekperşetîya axa Îranê ye û got: Ewên ku van tişta dibêjin, bi xwe nînin belkî bilindgo û berdevkên Amerîkayê û rêjîma Israîlê ne.

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: Berhem û şûnewarên ku ji yûnanîyan mane, xerîteyên ku anegorî şert û merc û rewşa wê demê hatine xêzkirinê û peyvên hatine bikaranînê, digel navê Kendava Farsê hevwate ne.

Wilayetî herwiha got: Hin kes dixwazin navê Kendava Farsê û pênaseya wê biguherînin ta ku bikaribin li oqyanûsa Hindê serdest bin, lê gel û dewleta Îranê rê nadin vê yekê û tişta ku yê li dawîyê bimîne, navê mayinde yê Kendava Farsê ye û mirazê guhertina navê Kendava Farsê yê di dilê koledaran de bimîne.

Pirtûka Kendava Farsê belgeyên navnetewî, name û nexşeyên dîrokî digire ber xwe ku ser 10 zimanên bîyanî hatîye wergêrandin.

Sibê duşem, 30`yê Nîsanê roja derxistina portugalîyan ji Kendava Farsê, li rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê Roja Netewî ya Kendeva Farsê hatîye binavkirinê.

Başa dön tuşu