ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wilayetî: Peywendîya Îran û Sûrîyê roj bi rojê qahîmtir dibe

Elî Ekber Wilayetî îro li hevdîtina digel Mihemed Evdilsitar wezîrê ewqafa Sûrîyê li bajarê Têhranê, bi gotina vîya ku serketina teqil nêzîk e, hêvî kir ku dewlet û gelê Sûrîyê bikaribin li hemberî dijmin û êrişkirên bîyanî ku derbê li gel û dewleta Sûrîyê didin, ser bikevin.

Rawêjkarê karên navnetewî  yê rêberê giranqedir ê inqilaba islamîşerê li Sûrîyê şerekî navnetewî bi nav kir û got: Nêzî 80 welatî li şerê Sûrîyê pişkdarî kirine û ev şera ceribandinek ji bo dewlet û gelê Sûrîyê di warê sekinîna li hemberî dijminên wan de ye.

Mihemed Evdilsitar wezîrê ewqafa Sûrîyê jî li vê hevdîtinê bi gotina vîya ku berxwedana qaremanane ya islamî didome, dîyar kir: Sûrîye li rex Îranê ye û pêngavên girîng di warê mehkemkirina peywendîyan û berxwedana islamî de rakirine.

Evdilsitar pêgirî kir ku peywendîyên di navbera Îran û Sûrîyê di warên eskerî, civakî û aborîyê de mehkem in.

Wezîrê ewqafê yê Sûrîyê digel taximekê bi merema gotûbêja digel rayedarên Îranê seredana Têhranê kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu