NûçeRojhilatanavinYemen

Xaça Sor xwest ku rêyên Yemenê bêne vekirin

komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, xwest rêyên alîkarîgihandina bo Yemenê werin vekirin.

Li gorî rapora Assocciated Press`ê, Rabêrt Mardînî, birêvebirê navçeyî yê Xaça Sor jibo Rojhilata Navînê (rojavayê Asyayê) û Rojhilata Nêzîk, got, tevî rewşa qeyranî ya Yemenê, dibe ku bisînorkirinên Erebistanê bibin sedema karesateka mezin.

Mardînî herwiha got, aliyên hevalbendiya dijî Yemenê, divê ku girêdayî qanûnên şêrr bibin û karên pêwîst ên leşkerî bona parastina sivîlan û dabînkirina hewcetiyên wan cih bînin.

Ev xwesteka piştî wê raber bû ku hevalbendiya bi serkirdayetiya Rejîma Erebistanê, ferman da ku hemê benderên Yemenê bêne girêdan û hemî firrînên mirovdostane yên bo vî welatî jî werin sekinandin.

Rejîma Siûdî bi piştgîriya Amerîkayê ji meha Adara 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye ku di encama wê de bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûne û  û binavahiyên vî welatî kawil bûne.

Başa dön tuşu