IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Xelkê Geyara: DAIŞiyan behsa îslamê dikirin lê ne misilman bûn

Çekdarên DAIŞê ji bo pêşiya operasyona Artêşa Iraqê bigrin, pira sereke ya navçeya Geyara ya Mûsilê teqandibûn. Lê artêşê roja 27ê Tebaxa 2016ê, ev navçe kontrol kir û DAIŞî derkirin.

Xelkê Geyarayê behsa serpêhatiyên xwe yên di dema bin desthiladariya DAIŞê de dikin û dibêjin, “samanên kiryarên DAIŞê hê jî li vir in.”

Rêxistina DAIŞê, jiber giringiya navçeyê, Geyara kiribûn navenda Wîlayeta Dîcleyê. Navçeyên Şergat û Zapê jî pêve girêdayî bûn. Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.

Xelkê Geyarayê erebên sunne ne lê di du salên desthiladariya xwe de DAIŞê tundutîjiyeke mezin li hember wan kiriye.

Serhan Mehmûd ciwaneke xelkê Geyarayê ye û ew dibêje, jiber kişandina cigarê, 10 rojan di girtîgehê de maye. Lê diyare ku sizayê wî ji yê kesên din pir siviktir be.

Ebû henan derbarê zehmetiyên rojên dagirkeriya DAIŞê dibêje, “Em koçber kirin. Birsî kirin. Stem li me kirin. Ji bo îslamê ti tişt nehiştin. Wan propagandaya îslamê dikir lê ne misliman bûn. Bi navê îslamê zulm li xelkê kirin. Tenê li Geyarayê 500 mirovên bê tawan kuştin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu