ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Xerazî: Qeyrana Libnanê ji ber destwerdanên Erebistanê ye

Kemal Xerazî, Serokê Konseya Stratijîk a Peywendiyên bi derve ra ya Komara Îslamî ya Îranê qeyrana siyasî ya pêkhatî li Libnanê ji ber destwerdanên aşkira yên Erebistana Siûddiyê da zanîn.

Serokê Konseya Stratijîk a Peywendiyên bi derve ra ya Komara Îslamî ya Îranê, Kemal Xerazî li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA) ra li kêleka civîna Komcivîna Ewropayê li Viyenê, bal kişande ser bandora kiryarên Amerîka û Erebistanê li ser gurrkirina kêşeyan li navçe û Libnanê û got: “Kiryarên Riyazê di rojên dawî da bandoreka nerênî li ser aborû siyaseta Libnanê kiriye“.

Serokê Konseya Stratijîk a Peywendiyên bi derve ra ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî pêgiriya li ser amadetiya Îranê ji bo gotûbêja bi welatên cînar, hêvî kir ku welatên navçeyê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li tevahiya navçeyê hevkariyê bikin.

Serokê Konseya Stratijîk a Peywendiyên bi derve ra ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha li Komcivîna Ewropayê li Viyenê got: “Îran amade ye ku li herêma Rojhilata Navînê hevkariya digel Yekîtiya Ewropayê bike û eger Ewropayê li fikra pêşeroja xwe li vê navçeyê ye, çareyek tune ji billî vê yekê ku rastiyên nû li Rojhilata Navînê bipejirîne“.

Başa dön tuşu