ÎranNûçeRojhilatanavin

Xerîbabadî: “Îran bi micidî soz û qirarên xwe yên li gorî Rêketina Navokî kêm dike”

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li sazîyên navnetewî yên li Vîyenê tevî hişyariya li bara zextûzora Amerîka û Rejîma Siyonîst ser ajansa navnetewî ya enirjiya atomî ragihand: Îran bi micidî soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî li her 60 rojan carê kêm dike.

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li sazîyên navnetewî yên li Vîyenê Kazim Xerîbabadî  got: “Bê şik Îran nakeve bin tesîra van zextûzorên Amerîka û Rejîma Siyonîstî û rêya xwe ya kêmkirina soz û qirarên rêketina navokî didomîne.”

Balyoz û Nunerê Dayimî yê Îranê li sazîyên navnetewî yên li Vîyenê bal kişande ser hevkariya nêzik a Îranê û Ajansa navnetewî ya Enirjiya atomî û destnîşan kir: “Her xebatek ku bibe sebeb ku hevkariya nêzik a Îran û ajansê bê xalifandin, Têhran dê bersivekê bidê.”

Wî bal kişande ser viya ku pêwîst e aliyên ku Rêketina navokî îmza kirine soz û qirarên xwe gor vê rêketinê cih bînin got: “Îran amade ye gotûbêjên xwe tev aliyên mayî di nav vê rêketinê da li her astekê bidomîne û hevseng li gor soz û qirarên ku aliyên gotûbêja tev Îranê cih bînin, Îran jî ewqas dê soz û qirarên xwe cih bîne.”

Kazim Xerîbabadî bal kişande ser viya ku Amerîkayê hemû hêza xwe bona anîna zextûzorê ser Îranê bi kar girtiye got: “Tecrubeyê îsbat kiriye, ev siyaset rastî işketê tên.”

Xerîbabadî bal kişande ser viya ku pêwîst e reftarên xirabkarane û terorîzma abûrî ya Amerîka dijî Îranê û welatên din ên cîhanê bên rawestandin û got: “Gere ku civata cîhanî li hemberî van cure erf û edetên Amerîkayê yên xelet û şaş raweste.”

Başa dön tuşu