ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbzade: Pompêo dîsa jî derbarê Îranê tûşî wasewasa zihnî bûye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî îdiaya Wezîrê karên derve yê Amerîkayê destnîşan kir, Pompêo dîs ajî derbarê Îranê tûşê wasewasa zihnî bûye.

Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di halekî da ku bi xwe hevrê digel rayedarên din ên dewleta Amerîkayê bi caran derbarê siyaseta zexta herî pirr dijî gelê Îranê mukur hatine, roja Îniyê di twittekê da îdia kir ku Amerîkayê hertim li dû aştiya tev gelê Îranê bûye.

Seîd Xetîbzade,  Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê di twittera xwe da nivîsî: “Birêz ‘Me derew got, me xapand û dizî’ ku dora wî teva bûye, dîsa derbaêr Îranê tûşî wasewasa zihnî bûye.”

Pompêo pêştir di axaftinekê da got: “Ez Serokê CIA’yê bûm. Me derew digot, sextekarî dikir, didizî û …”

Xetîbzade di dewama vê twittê da nivîsî: “Rastî: Rejîmên Amerîkayê demek dirêj e ku dijî gelê Îranê û cînarên wê ceng û kodetayê bi rê dixin, gellek kes kuştine û çîn û qata herî li ber ziyanê ya Amerîkayê wek mertala mirovî ya xwe neçê bi kar anîne.”

Başa dön tuşu