AsyaCîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana gelê Arjantînê li dijî G-20, Bin Selman û Erdogan

Bi hezaran kes ji gelê Arjantînê bi nîşana nrazîbûna li hemberî civîna G-20`ê û pişkdarîya hin serokên cîhanê têda ji wan a Welîehdê Erebistanê Bin Selman û Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan li kolanên Buenos Airesê dest bi xwenîşandanê kirin.

Xwenîşanderan bi rakirina pankardan, tevî şermezarkirina plana G-20`ê, ew bi sûdwergirtina ji çavkanîyên xwezayî yên welatê xwe tawanbar kirin.

Xwenîşanderan herwiha ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî seredana Bin Selman, balyozxana Erebistanê dorpêç kirin û karên wî ji wan kuştina gel û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin.

Xwenîşanderên arjantînî herwiha pişkdarîya Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di civîna G-20`ê da şermezar kirin û bi durişman nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên Tirkîyê, binpêkirina mafên çalakan, girtina kesên bê guneh û kiryarên nijadperestane yên Enqerê yên li dijî kêmîneyan nîşan dan.

Ji bilî serkirdeyên welatên grûpê, bi dehan kesayetiyên din ên girîng jî amade dibin. Hejmara giştî ya wan kesên ku beşdarî civînê dibin û bo vê mebestê dighin Buenos Aires digihe 15 hezar kesan, ligel nêzîka 3 hezar rojnamevan ku ji bo şopandina civînê amade dibin.

Pêdiviya vê hejmara zêde û kesayetiyên girîng bi tedbîrên ewlekariyê yên tund heye. Ev erk jî raspardine 24 hezar hêzên ewlekariyê. 22 hezar hêzên ewlekariyê yên Arjantînê û 2 hezar jî hêzên zêrevanî yên welatan.

Başa dön tuşu