CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Yekitîya Ereban vegera Sûrîyê bo wê yekitîyê hilkoland

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban li Qahirê got ku yê derfeteke zêdetir jibo rawêjkarîya welatên Ereb derbarê dema vegera Sûrîyê nav Yekitîya Ereban de hebe.

Ligorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Misrê, pişkdarên civîna Yekitîya Ereban li Qahirê derbarê meseleyên girîng ji wan Sûrîye, Yemen, Lîbî û Filistînê de rawêjkarî kirin.

Sed û Pêncî û Duyemîn civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekitîya Ereban duh li Nivîsgeha wê yekitîyê li Qahirê bi serokatîya Iraqê destpê bû.

Yekitîya Ereban di sala 2011`ê de bi dû qeyranê li Sûrîyê, di encama zextên Erebistanê de endametîya Sûrîyê di wê yekitîyê de rawestand.

Başa dön tuşu