ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Zerîf: Amerîka çekan dide Al Qaide û DAIŞ`ê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser veguhestina berfire ya çekên amerîkî ji bo komên tekfîrî û têrorîst û got: Waşîngton bi dû birêxistina bêistiqrarîyê li herêmê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser rapora derheq veguhestina çekên welatên rojavayî bo komên têrorîst li Yemenê û got: Waşîngton lê digere Rojhilata Navînê hertim aloz be ta ku “sîyasetên xwe yên şerûtîyê“ pîne bike.

Zerîf bal kişand ser rapora Rojnama Guardian`ê û li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Tu dibê qey pişkdarîya li cinayetên cengê yên Erebistan û Imaratê bi rêya dayîna çek, rext û lêzanînan têrê nake û Amerîka çekên pêşketî dide ber destê komên tundrê yên wekî Al Qaide û DAIŞ`ê jî.

Koma nasyar bi Nûçegîhanê Ereb Ji Bo Rojnamevanîya Lêkolînî di raportekê da ku li Rojnama Guardian`ê hat weşandinê, nivîsîne: Hevalbendîya Seûdî bi binpêkirina qanûna “ mesrefkerê herî dawîyê“ çekên welatên rojavayî digihîne komên cidatîxwaz û têrorîst li Yemenê.

Başa dön tuşu