ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Bila endamên Lihevkirina Navokî, bêyî merc xisarên li Îranê dane bicebirînin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger biryar be Lihevkirina Navokî berdewam be, endamên mayî yên li Lihevkirina Navokî û şirîkên din ên bazirganiyê, divê pêbaweriyê bidin ku xisarên ji ber derketina Amerîkayê ji vê lihevkirinê, bêyî merc, bi rêya kiryarên netewî, herêmî û cîhanî wê bêne cebirandin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Nevenda Dîplomasiya Mêdyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, li nameyekê xitabî wezîrên karên derve yên hin welatan, destnîşan kir: Piştî derketina yekalî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî di 8`ê Gulana 2018`an de, Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi awayekî xwehezane ji Îranê û welatên din ên cîhanê xwest ku bona jinavbirina Lihevkirina Navokî, teslîmî Amerîkayê bibin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku Amerîkayê ne tenê sozên xwe yên li Lihevkirina Navokî binpê kirin belkî aşkera kir ku pêbendî biryarnama 2231`an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ku bi gişt dengan hate pejirandin jî nîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgîrî kir: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hewl dide ji binpêkirina qanûnê ji aliyê dewleta xwe, sûdê jî werbigire û bi awayekî aşkera gefan li hemî dinyayê dixwe ku her welatek ku danûstandina xwe bi Îranê re nede rawestandin, dê were cezakirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, herwiha got: Pêkenî ye ku rayedarekî payebilind ê welatekî ku bi awayekî herî ecêb, herîkêm ji sala 2003`an ve navçeya Rojhilata Navînê, nearam kiriye, niha Îranê bi şerxwezî û şerûtiyê tawanbar dike, li halekê ku Îran, goriyê rasterast ê hebûna êrişkerane ya Amerîkayê li navçê ye. Wek mînak, dema ku Gemiya cengê ya amerîkî ya Vînsênsê (USS Vincennes) balafira rêwîhilgir a 665 a Îranê di Tîrmeha 1988`an de jorda xist û 290 rêwiyê têde canê xwe ji dest dan.

Zerîf destnîşan kir: Divê wezîrê karên derve yê Amerîkayê, vê mijarê jî rave bike ku kîjan welatî, çend caran hewl daye li Sûriyê, hêzên milîtan pêk bîne ta ku bi dewleta Sûriyê re şêrr bikin û niha Amerîka pişta kîjan koma milîtan li Sûriyê digire û artêşa kîjan welatê biyanî, niha pişkeka mezin a axa vî welatî, berovajî vîna xelk û dewleta wê dagîr kiriye.

Başa dön tuşu