AsyaNûçe

Zerîf di riya başûrê rojhilata Asiyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, sefera xwe ya dewreyî bo şeş welatên başûrê rojhilata Asiyayê û Oqyanûsiyê dest pê kir.

Yekim menzîla Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, Endûnizya û beşdariya li civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî li Cakartaya paytexta vî welatî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Sengapûr, Bronî, Taylend, Niyûzîlend û Awistraliya menzîlên din ên sefera wezîrê karên derve bo başûrê rojhiata Asiya û Oqyanûsiyê ne.

Sefera dewreyî ya wezîrê karên derve bo rojhilata Asiya û Oqyanûsiyê ji pêngavên dîplomatîk ên Komara Îslamî ya Îranê li serdema piştî rakirina boykotan bona xebitandina herî zêde ya çavkanî û zirûfên azadbûyî yên Îranê ye.

Zerîf li sefera Endûnizyayê tevî beşdariya li civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî tev rayedarên vî welatî gotûbêjê dike .

Civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî ji îro yekşemiyê ser mijara azadiya Filistînê û Qudsa pîroz bi beşdariya wezîrên karên derve û nunerên welatên endamê vê rêxistinê karê xwe dest pê dike.

Berfirehkirina peywendiyên dualî li warê siaysî ji mijarên herî giring ên seredana Zerîf a van welatan e.

Meselên navneteweyî û mesela îraniyên rûniştiyê van welatan jî li sefera dewreyî ya Zerîf bo başûrê rojhilata Asiya û Oqyanûsiyê dê werin hilkolandin.

Ew qirar e li Taylendê li civîna 14`an a civata gotûbêja hevkariya Asiyayê beşdariyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu