ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dîplomasiya Aktîv a Îranê berdewam dike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li sefera xwe ya du welatên Qirqîzistan û Tacîkistanê got: Dîplomasiya aktîv a Îranê her berdewam dike.

Li gor IRIB Newsê, Zerîf duh li medya mecazî nivîsî: Hevdîtinên bi feyde ên di navbera serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokomarên Tacîkistan û Tirkiyê û mîrê Qeterê li bajarê duşemê paytxta Tacîkistanê li dar ketin û di van hevdîtinan de ser meselên girîng ên navçê û navneteweyî ji wan boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Li hevdîtina taxima derecebilind a Îranê bi serokomar û serokê birêveberiya dewleta Efxanistanê re du aliyan li ser berdewamiya hewldanên ji bo damezirandina aştiyê li Efxanistanê sekinîn û piştgiriya xwe ji berfirekirina pêwendiyên du welatan diyar kirin.

Zerîf hevdîtina xwe bi wezîrê derve yê Hindustanê yê nû re li Tacîkistanê girîng û bi feyde da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û taxima îranî piştî sê rojan  sefera xwe ya Qirqîzistan û Yacîkistanê kuta kir, Ev sefera ji bo beşdariya li Civîna 19-an a serokên welatên endam ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê û beşdariya li rûniştina 5-an a serokên Konferansa Hevhatin û Bawerîsaziyê li Asyayê (SÎKA) ya li bajarê Duşemê paytexta Tacîkistanê, pêk hat.

Başa dön tuşu