ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf : IORA mecaleke baş bona berfirekirina pêşketin û hevkariyan e

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro sêşemê li civîna serokên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) li bajarê Cakartayê, paytexta Endonezyayê,hevkariya welatên endam ên vê saziyê mecalek bona hevkarî û pêşketina welatan daye zanîn û got: Bona berfire kirina hevkariya navbera welatên endam ên vê saziyê û behrewergirtina ji zirûfên heyî, Îranê mijarên baş û dewlemend heye ku dikare peywendiya welatên navçê, yên endamê IROA û cîhanê bê xêr û feyde bibe.

Zerîf bal kişande ser rewşa stratejîk a bendera Çabiharê li başûra rojhilata Îranê bona peywendiya navbera Oqyanûsa Hindûstanê û Kendava Farsê, rojava, navenda Asiya, Qefqaziya û Ewrûpayê û destnîşan kir ku ev bendera riya êmin û kurt bona peywendiya Rojhilat,rojava , bakûr bi başûrê ye.

Civîna serokên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) îro bi amadebûna Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve wekî nunerê Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li bajarê Cakarta paytexta Endonêzîyê destpê bû.

Îran, Australîya, Hind, Endonêzî, Kênya, Afrîqaya Başûr, Sengapûr, Morîs, Mozambîk, Sêrîlanka, Tanzanîya, Komoros, Somalî, Tayland, Imarat û Yemen, 21 endamên Yêketîya Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê (IORA) ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu