ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf xitabî ewrûpîyan: Pêbendê sozên xwe yên di Rêketinama Atomî da bin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê bereberê rakirina pêngava çaran a kêmkirina sozên navokî yên Îranê xitabî welatên ewrûpî ji wan xwest ku sozên xwe yên di Rêketinama Atomî de cih bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf li Twitterê nivîsî: Çaremîn pêngava Îranê ya rawestandina xaleke Rêketinama Atomî ku di xala 36 a wê rêketinameyê de hatîye kivşkirinê, weke bersivekê himberî peymanşikênîya Amerîkayê û Tiroîkaya ewrûpî hatîye pêşbînîkirin.

Zerîf herwiha got: Rêçareya herî sade û rehet jibo YE`yê û 3 welatên ewrûpî ew e ku pêbendê sozên xwe bin, wê demê Îran jî dê bizvire ser rewşa berê ya cihanîna Rêketinama Atomî.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê di vê peyama xwe da wêneyeke hevpeyvîneke Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku di Mijdara sala 2018`an de pêk hatîye belav kir û bi bîr xist ku Pompeo bûye sebeb ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump biryareek şaş derbarê Rêketinama Atomî de bide. 

Ligorî xalên 26 û 36 ên Rêketinama Atomî, heke her alîyek pêbendê sozên xwe yên ligorî wê rêketinamê nebe, mafê Îranê ye sozên xwe yan bi giştî yan jî çendan rawestîne. 

Başa dön tuşu