ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Husêyn Dehkan: Amerîka careke din êrîş bike, dê bê bersiv nemîne

Li gor nûçeyeke Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Wezîrê berevaniyê Îranê di pêwendiyek telefonî li gel hevpostê yê Rusî Sergey Shovgu, bûyera êrîşa Amerika ser bi bînkeya leşkerî ya Suriye nirxandin.

Di vê pêwendiyê de Wezîrê berevaniyê Îranê Husên Dehkan aniye ziman ku “Ger carek din Amerika êrîşek weha bike, dê bê bersîv nemîne. Dê encamên wê yên giran hebin.”

Amerika wekî bersîvek hemberî bikaranîna çekên kimyayî di devera Idlibê de, bi 59 mûşekên Tomahawk êrîşî bînkeya leşkerî ya Şîerat li Suriye kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu