ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa terorîstî ya Pîşawera Pakistanê şermezar kir

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê li gotinên xwe yên îro şemiyê bilî diyarkirina hevderdiya xwe tev gel û dewleta Pakistanê û sersaxîgotina bi malbatên qurbaniyên rûdawa terorîstî ya Pîşawera Pakistanê destnîşan kir; Bona jinavbirina terorîzm û reftarên fanatîk pêwîste ku hemû welatên cîhanê alîkariyê bidin hevdu.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir; Eger xebata ji bo ji kokê jêkirina terorîzmê li cîhanê neyê kirin û eger welatên cîhanê bona sekinîna li hemberî sebebkarên kiryarên terorîstî û bawerên tekfîrî alîkariyê nedin hevdu, cîhan nikare li hemberî vê pirsgirêka sereke serkeve.

Ji ber teqîna terorîstî ya îro li Pîşawera Pakistanê 15 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu