Asya
-
Şub- 2017 -22 Şubat
Îranê balyozê Tirkiyeyê vexwend
Piştî axaftinên wezîrê Tirkiyeyê yê karên derve li dijî Komara Îslamî ya Îranê, balyozê wî welatî li Tehranê hat vexwendin. Piştî axaftinên wezîrê Tirkiyeyê yê karên derve li dijî Komara Îslamî ya Îranê, Riza Hakan Tekîn balyozê wî welatî li Tehranê hat vexwendin û nerazîbûna Komara Îslamî ya Îranê hat ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
22 Şubat
Li peravên Lîbyayê ji ber karesata penaberan: 74 kes mirin
Heyva sor a Lîbyayê wek nûçeya lezgîn hin wêne belav kirin ku nîşan dide ji ber karesata penaberan 74 kes hatine kuştin. Li rojavayê Lîbyayê pêlên ava behra sipî meytê 74 penaberan anîne beravên Lîbiyayê. Penaber bo ku xwe bigehînin Ewropayê qayîxên ku 150 kesan radikin de derdikevin rêvîtiyê. Lê hat ragehandin ku heta naha ji wê qayîxa ku noqî…
Xwandinê bidominê -
22 Şubat
Îlham Aliyev hevsera xwe wekî Cîgira Serokomar bijart
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jina xwe Mehriban Aliyeva li gorî biryara referanduma sala borî wek Cîgira Serokomar a yekemîn bijart. Nivîsgeha Serokomariya Azerbeycanê ragihand ku Îlham Aliyev li gorî madeyên qanûna Destûra Bingehîn a vî welatî jina xwe Mehriban Aliyev weke Cîgira Serokomar a yekemîn a vî welatî bijart. Herwiha wezîfeya Aliyev a Konseya Ewlehî ya Azerbeycanê jî hate bidawîkirin.…
Xwandinê bidominê -
22 Şubat
Wezareta karên derve ya Iraqê gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku gotibû Îran bi dû rewaca şîetiyê li navçê ye, ret kir û got ev gotinên wiha nemaqûl in
Ehmed Cemal berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku gotinên dijî Îranê yên Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê nîşana nêhrîna etnîkî ya Tirkiyê li hemberî Iraqê û nêhrîna şaş a Enqerê li hemberî Bexdayê li şerê dijî terorê ne. Ehmed Cemal li vê daxûyaniyê ragihandiye ku ew gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku îdia…
Xwandinê bidominê -
22 Şubat
Artêşa Tirkiyeyê li Babê komkuji pêk anî
Artêşa Tirkiyeyê li bajarê Babê komkujiyeke din pêk anî, di encamê de 12 kes piraniya wan ji malbatekê ne hatin qetilkirin. Artêşa Tirkiyey di şerê li dijî DAIŞ‘ê de, duh li herêma Babê ku ji sedî 90 xistiye bin desthilatdariya xwe, komkujiyeke din pêk anî. Çavkaniyên ji herêma Babê ragihandin ku Artêşa Tirkiyê topbarana xwe ya li ser bajarê Babê…
Xwandinê bidominê -
21 Şubat
Hişyariya li bara zêdebûna xisarên li encama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser Baba Sûriyê
Koma Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Li du hefteyên derbasbûyî da, herîkêm 110 kesên sivîl li encama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser bajarê Babê yê Sûriyê hatine kuştin. Li gorî rapora Press TV`yê, Koma Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê roja duşemiyê ragihand: 11 kes ji endamên malbatekê li encama bombebarana balefirên cengê yên Tirkiyê canê xwe ji dest…
Xwandinê bidominê -
21 Şubat
Rêjîma Sîyonîst girêdayîyê tu qanûn û qirarekî navnetewî nîne û roja îro jî gefeke cidî jibo hemî navçe û cehanê tê hesêb
Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro li koma nûçegihanên navxweyî û bîyanî di bersiva pirsa nûçegihanê me da li bara gefa atomî ya rêjîma Israîlê jibo navçê û ewlehîya navnetewî û xafilbûna ji mijara hilkolandina sîlehên atomî yên Rêjîma Sîyonîst li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê herwiha got: Rêjîma Sîyonîst bûye sedema dilgiranîya weltên herêmê û derveyî navçê.…
Xwandinê bidominê -
20 Şubat
Berteka wezareta derve ya Îranê derheq gotinên wezîrê derve yê Tirkiyê li dij Îranê
Berdevkê wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê gotinên vê dawiyê yên wezîrê karên derve yê Tirkiyê li civîna ewlehiyê ya Munîxê li dijî Îranê bi şidet rexne kirin û destnîşan kir ku bêhna dijminatiyê ji van gotinan tê. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu li axivtinekê li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê li gotinên ku bêhna dijminatiyê ji wan…
Xwandinê bidominê -
18 Şubat
Wezareta karên derve yê Sûriyê li du nameyên cuda cuda ji bo Rêxistiya Netewên Yekgirtî û Konseya ewlehiyê ji destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Sûriyê rexne kir
Wezareta karên derve yê Sûriyê li du nameyên cuda cuda ji bo Rêxistiya Netewên Yekgirtî û Konseya ewlehiyê ji destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Sûriyê rexne kir û ji van saziyên navnetewî xwest ku pîşiya van destdirêjiyên Tirkiyê ku binpê kirina qayde û qirarên navneteyî ye bigre. Bajarê Babê li 30 kîlomitriya sînorên Tirkiyê ye û niha eskerên Tirkiyê ev bajara…
Xwandinê bidominê -
18 Şubat
Caferî: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriya Sûriyê neyîne em pêwendiyê nakin
Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê Beşar Caferî da xuyakirin, ew plan nakin ku ne li Astana ne jî li civînên Cenevê bi nûnerên Tirkiyê re pêwendiya rasterast bikin. Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê Beşar Caferî li Astanaya paytexta Qazaqîstanê ji medya rûsî re ragihand, ‘Heta Tirkiye dagirgeriya xwe ya li ser erda Sûriyê bi dawî neyîne, di rojeva…
Xwandinê bidominê