Erebîstan
-
Mar- 2017 -22 Mart
Firotina sîlehên Fransayê bo rêjîma siûdî jibo kuştina gelê mezlûm ê Yemenê
Serokomarê Fransayê bi dayîna îzna firotina sîlehên fransî bo rêjîma siûdî bi aşkirayî ev rêjîma jibo kuştina gelê bêberevan û mezlûm ê Yemenê han da. Fransva Oland serokomarê Fransayê duh îzna firotina sîlehan bo Erebistanê bi bihaya 445 milyon euroyî da ku beşeke mezin a sîlehên hanê yê jibo êriş û destdirêjîya ser gelê Yemenê bê bikaranînê. Eva li halekî…
Xwandinê bidominê -
20 Mart
Artêşa Yemenê hişyarî da Erebistanê
Alîkarê berdevkê artêşa Yemenê hişyarî da siûdîyan ku heke êrişên hewayî ser benderên Yemenê bidomînin, hêzên artêşê û gelanî yên vî welatî yê li kûratîya axa Erebistanê opêrasyonan lidar bixin. Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadinê, Ezîz Raşid alîkarê berdevkê artêşa Yemenê got: Bender, baregeh û balafirgehên Erebistanê yê bikevin ber êrişên mûşekî yên hêzên artêş û gelanî yên Yemenê. Ezîz…
Xwandinê bidominê -
17 Mart
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammed Cevad Zarîf got ew dikarin li gel Erebistana Siûdî têkiliyên baş deynin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammed Cevad Zarîf ji bo kanala televizyonê ya El Meyadînê axivî û got, “Erebistana Siûdî û rejîma Siyonîst ji destpêkê de hewil dan ku muzakereyên nukleerê pêk neyên û ji bo vê yekê gelek rê ceribandin. Gelek zext meşandin lê wê nikaribin vê yekê bidin rawestandin.” Zarif diyar kir ku ji ber hinek welatên Îslamê…
Xwandinê bidominê -
17 Mart
Fermandetiya artêşa Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) êvara pêncşemiyê mirina çekdarkî xwe li Yemenê piştrast kir
Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Imaratê nasyar bi WAM`ê, li daxûyaniya ku vê ajansê belav kiriye hatiye ragihandin ku: `Zekeriya Silêman El Zeabî çekdarê imaratî yê beşdar li hevpeymaniya ereban a di bin serkirdayetiya Erebistanê, li Yemenê hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Xwandinê bidominê -
15 Mart
Bi sedan jinên yemenî li ber derê nivîsgeha Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Senayê kom bûn û daxwaza kutahîdana Erebistanê bi destdirêjiyên ser axa welatê xwe kirin
Bi sedan jinên yemenî li ber derê nivîsgeha Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Senayê kom bûn û daxwaza kutahîdana Erebistanê bi destdirêjiyên ser axa welatê xwe kirin û herwisa ji vê saziya cîhanî xwestin ku xebata xwe bidomînin bona dewa-derman û madên xwarekî bigehêjin destê xelkê hejare Yemenê. Hatiye ragihandin ku jinên yemenî dê îro jî dewamê bidine meş û xwenîşandana…
Xwandinê bidominê -
15 Mart
Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî
Kurê Qralê Siûdî û Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî prensê welîaht Muhammed Bin Abdulaziz Selman li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinek pêk anî. Li gorî zanyariyan di hevdîtinê de têkiliyên ekonomîk û rewşa dawî ya şerê Sûriyeyê hat nirxandin. Di mijara hevdîtina Muhammed Bin Selman û Donald Trump de şerê ku li Yemenê dimeşe jî hebû. Berpirsên…
Xwandinê bidominê -
13 Mart
Muzakirên hecê yên Îranê û Erebistanê hin nemaye bigihêje bigihêjin encamê û heya niha hevhatinên baş tev aliyê siûdî cih hatine
Hucetulîslam welmuslimîn seyd Elî Qazî Esker, nunerê weliyê feqîh li karûbarên hec û ziyaretê yê Îranê roja duşemê diyar kir: heke bîr û rayên Komara îslamî ya Îranê li gişt mijaran bên cîbicîkirin û bibe sedema hevhatinnameya hecê dê ev mesela ji xelkê re were ragihandin. Qazî Esker hêvî kir: LI gorhevhatinên cihhatî rewş jibo lidarxistina mersima hecê ya aram…
Xwandinê bidominê -
13 Mart
Cîgirê welîehdê Erebistanê seredana Amerîka kir
Cîgirê welîehdê Erebistanê û wezîrê berevaniya Erebistanê bona gotûbêja tev karseredana Amerîkayê seredana Waşîngtonê kir. Muhemmed Bin Selman Cîgirê welîehdê Erebistanê û wezîrê berevaniya Erebistanê bona gotûbêja tev karseredana Amerîka ji wan Donald Trump serokkomarê vî welatî, seredana Waşîngtonê kir. Hatiye ragihandin ku naveroka gotûbêjên cîgirê welîehdê Erebistanê û wezîrê berevaniya Erebistanê tev karbidestên Amer’ka li ser çawaniya berfireh kirina…
Xwandinê bidominê -
12 Mart
Siyasetên şaş û neberaqil ên Amerîkayê hokara qeyrana navçê li salên vê dûmahîkê ne
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şemiyê şev li hemberî gotinên bi xerez û bê xîm û binyat ên Jozêf Votêl qumandê erkantiya navendî ya artêşa Amerîkayê dijî Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir; Hemû agirvpêxistin û şer û gêre û kêşeyên navçê ji ber reftarên şaş û siyasetên destwerdanê yên berpirsên amerîkî li navçê…
Xwandinê bidominê -
11 Mart
Behram Qasimî: Êrişên Erebistanê ser deverên xelknişîn li Yemenê binpêkirina mafê mirovan e
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê zêde û giranbûna êrişên Erebistana Siûdî ser malên xelkê Yemenê û cihên sivîl û girtina pêşiya rêxistin û teşkîlatên navneteweyê bona gihandina alîkariyê bo xelkê Yemenê binpêkirina eşkera ya mafê mirovan da zanîn û ew şermezar kir. Di encama êrişa şeva bihûrî ya balafirên Siûdî ser bazarekî bajarê El-Xewne li parêzgeha…
Xwandinê bidominê