Efrîqa
-
Kas- 2016 -10 Kasım
Nerazîbûnên li hemberî serketina Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê li vî welatî
Demeke kin bi dû ragihandina encamên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê, li hin bajêrên vî welatî xwepêşandan li dijî Donald Trump hatin birêxistin. Li eyaletên wek Pênsîlvanîya, Kalîfornîya, Waşîngton û Orgênê, bi sedan jin, ciwan, xwendekar û çîn û qatên din ên civakê bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dan. Nerazîyan bi durişman neyarîya xwe li hemberî planên nijadperestane, dijî koçberan û muhafizekarîyê…
Xwandinê bidominê -
10 Kasım
Dewama xwenîşandanên nerazîbûnê li bajarên Emerîkayê
Bi hezaran kes ji neyarên Donald Trump serokkomarê bijartî yê gelê Emerîkayê û alîgirên Hîlarî Kilinton berbijara şikestxwarî li hilbijartinên vî welatî û alîgirên mafên jinan û neyarên şêr roja pênşemiyê bi kombûna li taxa Menhetenê ya Niyoyorkê xwenîşandanek li dijî Trump bi rê xistin. Xwenîşanderan gotinên bihellahella yên Trump li dema hevrikiyên hilbijartinê li dijî koçberan, misilmanan û komên…
Xwandinê bidominê -
10 Kasım
Nerazîbûnên li hember bijartina Trump
Li bajarên Boston, Arîzona, Siyatel û Sen Xozê xwenîşandanên li dijî Trupm birêve diçin. Li gorî rapora IRIB newsê û ji zarê televîzyona CNN`ê, piştî serketina berbijarê Komarîxwazan li hilbijartinên Emerîkayê pêleke xwenîşandan û hêrsbûnê seranserî vî welatî girtiye ber xwe. Niha li Niyoyork û Şîkagoyê xwenîşandaneke berfireh birêve diçe. Xwenîşanderên li Niyoyorkê ber bi birca Trump li Menhetên ve…
Xwandinê bidominê -
10 Kasım
Jetên Amerîkayê li ser okyanûsê li hevdu qelibîn
Du jetên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li ser okyanûsê li hevdu qelibîn. Di daxuyaniya Parleşkera Piyade ya Deryayî ya Amerîka de hat dest nîşan kirin ku bûyer li eylata Kalîforniyayê li nêzîkî bajarê San Diego qewimiye û du jetên F-18 di bûyerê de li hevdu qelibîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qeza bi saeta herêmê di saet 11.45a de…
Xwandinê bidominê -
7 Kasım
Rûhanî: Mudaxila eskerî gefek li hember aşitiya cîhanî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destdirêjî û mudaxila li karûbarên welatan weke gefekê li hember aşitî û ewlehiya cîhanî da zanîn. Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li hevdîtina Robert Dasî wezîrê karên derve yê Togoyê bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya her du welatan li rêxistinên cîhanî jibo çareserkirina mesele û pirsgirêkên cîhanê û got: Gefa li…
Xwandinê bidominê -
4 Kasım
Li gorî meha derbasbûyî, berhemanîna nifta Lîbiyê du caran zêde bûye
Kompaniya Neteweyî ya Nifta Lîbyayê, ragihand, asta berhemanîna nifta vî welatî li gorî berî hevhatina ragirtina asta berhemanîna OPEC`ê, du beranber bûye. Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fransa Press`ê, Îbrahîm El Ewamî, berdevkê Kompaniya Neteweyî ya Nifta LÎbyayê, got: Berhemanîna nifta vî welatî, heftiya buhurî gihîşte 670 hezar bermîlî di rojê de ku ev asta berî civîna endamên Rêxistina…
Xwandinê bidominê -
3 Kasım
Li Brezîlyayê di roja pîroz de şikeft hilweşiya: 10 mirî û 7 birîndar
Hat ragihandin ku li Brezîlyayê bi dehan kes bi wesileya Roja Ezîzan li şikefteke ku pîroz tê hesibandin kom bibûn, piştî kombûnê şikeft hilweşiya 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyên berdest. bûyer li Şikefta Casa de Pedra ya li nêzî bajarê Santa Marîa ya girêdayî eyaleta Tocantînê rû da. Bi boneya Roja Ezîzan ku ji bo…
Xwandinê bidominê -
2 Kasım
Bota koçberan noq bû: 17 mirî
Bota ku koçberan dibir li nêzî grava Batamê ya ku dikeve bakurê welatê Endonezyayê noqê avê bû û di encamê de jî 17 koçber jiyana xwe ji dest dan. Bota ku 93 koçber lê sivar bibûn li nêzî grava Batamê ku dikeve bakurê Endonezyayê binav bû. Rayedarên Endonezyayê ragihandin ku 17 koçber jiyana xwe ji dest dane, 39 kes jî…
Xwandinê bidominê -
2 Kasım
Li paytexta Vietnamê Hanoiyê agir bi bareke karaokeyê ket û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gorî agahiyên ku rojnameya VNExpressê ji rayedarê agirkuj ê Hanoiyê Viet Manh girtine li bareke karaokeyê 8 qatî agir bi panoya elektrîkê ket û paşê ew agir avahî û restorantên derdorê belav bû. Hat diyar kirin ku midaxeleya xebatkaran qîmê temirandina êgir nekir û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da. Serokwezîrê Vietnamê Nguyen Xuan Phuc…
Xwandinê bidominê -
2 Kasım
Şivan û cotyarên Nîjeryayê bi hev ketin: 18 kuştî û 43 birîndar
Wezareta Navxweyî ya Nîjeryayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bûyer li bajarokê Bangûî yê li herêma Tahoûa ya li rojavayê welêt qewimiye. Wezaretê diyar kir ku hin mirovên xwediyê keriyên pez û cotkarên çandiniya garisan bi hev ketin. Li gorî daxuyaniyê di bûyerê de bivir û kêr jî hatine bikaranîn û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest…
Xwandinê bidominê